Parêzgariya Amedê derbarê alîgirên Trabzonsporê de daxuyanî da
Yek ji otobusên ku alîgirên Trabzonsporê yên ji bo maça Amedspor–Trabzonsporê hatibûn Amedê vediguhast, dema ku di navçeya Erxeniyê re derbas dibû, rastî êrîşeke bi keviran hat. Pencereyên otobusê zirar dîtin û piştî bûyerê pevçûneke kurt derket. Parêzgariya Amedê bûyer wekî "bi temamî yekcarî" bi nav kir û bang kir ku ev yek bi civakên Amedspor an Trabzonsporê ve neyê girêdan.
RûpelNews - Êrîşeke bi keviran li ser yek ji otobusên ku alîgirên Trabzonsporê yên ku ji bo maça di navbera Amedspor û Trabzonsporê de hatibûn Amedê, hat kirin.
Li gorî daxuyaniyek ji Parêzgariya Amedê, bûyer dema ku otobusa alîgirên tîmê di navçeya Erxeniyê re derbas dibû, qewimî. Piştî êrîşa bi keviran, pevçûneke kurt derket, ku di encamê de pencereyên otobusê şikestin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Wekî beşek ji tedbîrên ewlehiyê yên hatine girtin, bi saya destwerdana bilez a saziyên me yên ewlehiyê, bûyer di demeke kurt de hate kontrolkirin û alîgiran karîn bi ewlehî rêwîtiya xwe bidomînin bêyî ku rewş aloztir bibe."
“Divê bûyer bi ti klûbekê ve neyê girêdan”
Parêgariyê Amedê bûyer wekî "bûyereke bi tevahî yekcarî" nirxand.
Daxuyaniyê, tekez kir ku bûyer divê bi civakên Amedspor an jî Trabzonsporê ve neyê girêdan û wiha dewam kir:
"Em bawer dikin ku futbol nirxek hevpar e ku di navbera bajar û civakan de hevaltî, biratî û hevgirtinê xurt dike. Em hevxemiya xwe pêşkêşî alîgirên ku ji ber vê bûyera yekcarî zirar dîtine dikin û hêvî dikin ku maç di ruhê hevaltiyê û biratiyê de, ku li gorî ruhê yekîtiyê yê werzîşê ye, pêk were."
