Walîtiya Amedê bi sertê ku nebêjin ‘qesir û qeyûm’ destur da çalakiya 1ê Îlonê
PeyamaKurd - Walîtiya Amedê daxwaza Partiya Demokratîk a (HDP) ya ji bo lidarxistina mitîngê pesend kir, lê qedexe danî ser dirûşmên wekî ‘qeyûm, qesr û tecrîdkirina aştiyê’.
Biryar e di 1ê Îlonê roja cîhanî ya aştiyê de, HDP li Amedê mitîngekê bi dirûşma ‘Ji bo aştiyeke bi rûmet, çareseriya demokratîk’ li dar bixe û daxwaza lidarxistina wê mitîngê jî ji aliyê walîtiya wî bajarî ve hat qebûlkirin, lê hejmareke dirûşim hatin qedexekirin ku nabe HDP rê bide endam û alîgirên xwe wan dirûşman berz bikin.
Li gorî biryara walîtiya Amedê, nabe ku peyvên weke ‘qeyûm, qesir û tecrîdkirina aştiyê’ bêne bikaranîn.
Di daxûyaniya walîtiya Amedê de hatiye ku wan gelek gotûbêj li ser peyva ‘faşîst’ jî kirine, lê wan di dawiyê de biryar daye ku wê peyvê qedexe nekin.
Biryar e 1ê Îlonê roja yekşemê, HDP li qada Stasyonê ya Amedê li demjimêr 16.00 mitîngekê saz bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin