WAFA: Îsraîlê Nexwesxaneya Vefa ya ku xizmeta kal û pîran dike bombe kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin, artêşa Îsraîlê Nexweşxaneya Vefa ya ku li Şerîda Xezzeyê wek navenda rehabîlîtasyonê ya kal û pîran tê bikaranîn kir hedef û midûrê nexweşxaneyê Mîthat Muhaysîn jiyana xwe ji dest da û birîndar jî hene.
Di nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFAyê de hat diyarkirin, artêşa Îsraîlê Nexweşxaneya Vefa ya li herêma Zehra ya li başûrê Xezzeyê bombebaran kir.
Herwiha hat eşkerekirin, di êrîşê de midûrê nexweşxaneyê Mîthat Muhaysin jiyana xwe ji dest daye û hin bijîşk û nexweş jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyên ji şahidan hatin girtin, nêzî 80 kesên extiyar li nexweşxaneyê tedawî dibûn.
Di sala 1980an de li Şerîda Xezzeyê hate damezrandin, Navenda Lênihêrîna Kal û pîran Vefa di cîh û lênihêrîna kal û pîran de nexweşxaneya pêşeng û yekane tê hesibandin.
- Rewşa dawî ya şerê Îsraîl û Hamasê
Di dema ku baskê çekdar ê Hamasê, Tûgayên Îzzeddîn el-Qassam, sibeha 7ê Cotmehê êrîşek berfireh li dijî Îsraîlê pêk anîbû, artêşa Îsraîlê bi tundî ji esmanî li ser Şerîda Xezzeyê bombebaran kir.
Hat ragihandin ku di êrîşên 7ê Cotmehê yên li Îsraîlê de hezar û 200 Îsraîlî ku ji wan zêdetirî 310 leşker in mirin û 5 hezar û 132 kes jî birîndar bûn.
Li gorî Îsraîlê 239 girtiyên Îsraîlî di destê Tugayên Qassam de ne.
Li gorî hikumeta Xezzeyê, ji 7ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de li Şerîda Xezzeyê 5 hezar zarok û 3 hezar û 300 jin zêdetirî 12 hezar kes hatin qetilkirin.
Artêşa Îsraîlî li kampus an jî avahiyên sereke yên bi dehan nexweşxaneyên li Xezzeyê, ku bi deh hezaran birîndar û sivîl xwe li wan girtibûn, da ku wan bi zorê biterikînin. Di dema dagirkeriyê de girtin ser hin nexweşxaneyan. Di êrîşan de bi sedan kes mirin û birîndar bûn.
Di şer û pevçûnên navbera artêşa Îsraîlê û Hizbûllahê yên li ser sînor ji 8ê Cotmehê vir ve 76 endamên Hizbullahê û 6 leşkerên Îsraîlê mirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin