Nexwesxaneya Rojava ya Hewlêrê ji nû ve vegeriya xizmeta asayî
PeyamaKurd - Rêveberiya giştî ya tenduristiya Hewlêrê ragihand ku Nexweşxaneya Rojava ya Rewşên Lezgîn û Nişkave, piştî kêmbûna koronayê careke din ketiye xizmeta hemû hemwelatiyan.
Rêveberiya giştî ya tenduristiya Hewlêrê îro 24ê Hezîranê agahdariyek li ser rûpela xwe ya facebookê belav kir û ragihand: “Ji îro û pê de nexweşxaneya lezgîn a Rojava ya Hewlêrê, di pêşwaziyê de ye ji bo her rewşeke nişkave û lezgîn ku hemwelatî dikarin ji bo her rewşên lezgîn serdana nexweşxaneyê bikin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, nexweşxaneya Emergency ya Hewlêrê wek berê vegeriyaye rewşa xwe ya asayî û tenê ji bo çareseriya rewşên şewat û birîndarbûna bi guleyan re wê vekirî be.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên vîrusa koronayê û nemana cihê pêketiyan ew nexweşxane jî ji bo pêketiyên vîrusa koronayê hatibûn cuda kirin, lê niha careke din nexweşxane vegeriya rewşa xwe ya asayî û pêşwaziyê li rewşên lezgîn dike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin