Vîrusa Korona gihîst Almanyayê, li Çînê 106 kes mirine

28 rêbendan 2020 18:42
Vîrusa Korona gihîst Almanyayê, li Çînê 106 kes mirine

PeyamaKurd – Li welatê Çînê hejmara kesên ji ber vîrusa korona can dane gihîşt 106 kesan.

Li gor agahîyên dawî yên rayedarên Çînê ji ber vîrusa korona 106 kesan jîyana xwe ji dest daye û vîrus ketiye canê 4 hezar û 515 kesan.

Piranîya eyaleta Hubei û paytexta wê eyaletê Wuhan hatine dorpêçkirin û li wan deran tedbîrên berfireh hatine wergirtin.

Berpirsên saziyên tenduristiyê radigihînin ku li derveyî Çînê jî zêdetirî 40 kes bi nexweşîya vîrusa korona ketine, lê ji wan hîn ti kesan jîyana xwe ji dest nedaye.

Herî dawî rayedarên Almanî ragihandin ku vîrus gihîştiye welatê wan jî. Herwiha heta niha li Amerîka, Japonya, Fransa, Kanada û Koreya Başûr jî vîrusa korona hatiye dîtin.