Vîktor Orban: Netanyahû dikare were Macaristanê
22 mijdar 2024 18:59
PeyamaKurd – Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban îro înê gotiye ku ew ê hevtayê xwe yê Îsraîlî Benjamin Netanyahû vexwîne welatê xwe.
Orban li ser biryara Dadgeha Tawanan ya Navneteweyî (ICC), ku fermana girtina Netanyahu daye, diyar kiriye ku ew garantiyê dide Netanyahû ku ew ê li gor wê biryarê tevnegere.
ICCê do pêncşemê li ser Netanyahû û wezîrê wî yê berê yê berevaniyê Gallant û rêberê Hamasê Îbrahîm El Masrî ji ber pevçûnên li Xezeyê û sûcên li dijî mirovahiyê fermana girtinê dabû.
Orban ku welatê wî niha seroktiya şeşmehî ya Yekîtîya Ewrupa (YE) dike, li ser biryara ICCê gotiye ku şaş e.
Wî diyar kiriye ku Netanyahû dikare li Macaristanê bi awayekî ewle danûstandinan bike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Witkoff bo Netanyahû: ‘Trump xwest heta 20ê mehê agirbest pêk were’
12 rbn 2025
Cîhan
Ursula von der Leyen: Brexit dikare were pasxistin
19 trm 2019
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin