Ursula von der Leyen: Brexit dikare were pasxistin

19 tîrmeh 2019 17:29
Ursula von der Leyen: Brexit dikare were pasxistin

PeyamaKurd - Seroka Komîsyona Ewropa Ursula Von der Leyen dîyar kir ku ger Brîtanya sedemên maqûl nîşan bide Brexit (cudabûna ji Yekîtiya Ewropayê) dikare were paşxistin.

Leyen da zanîn ku ew naxwaze ku Brîtanya bê peyman ji Yekîtîya Ewropa (YE) derkeve û got ku ew ê bo her du alîyan jî encamên xirab bîne. Seroka Komîsyonê dîyar kir ku ew niha li bendê ne ku Brîtanya serokwezîrê xwe yê nû hilbijêre û diyar kir, ew dê piştre jinûve ser Brexitê danûstandinan bikin.

Peymana Brexitê heta niha di parlamena Brîtanya da sê caran hatiye red kirin.

Leyen ser wê peymanê got ku ‘”Peymaneke rind e’’ û dîyar kir ku ew bi awayekî erênî li taloqkirina Brexitê dinêrin