VIDEO | Sedat Peker di vîdyoya dawî de behsa Erdogan, Pirsa Kurd û Abdullah Ocalan dike

30 gulan 2021 14:24
VIDEO | Sedat Peker di vîdyoya dawî de behsa Erdogan, Pirsa Kurd û Abdullah Ocalan dike

PeyamaKurd – Mafyagerê Tirk Sedat Peker bi rêya tomarkirina vîdyoyên Youtubeyê mikurhatin, îfşaat û îdiayên xwe berdewam dike.

Peker herwiha di vîdiyoya 8an de, behsa pêwendiyên mafya-siyaset-kar û burokrasiya ewlekariyê dike û li ser mijarên Kurd, Elewî û Abdullah Ocalan jî radiweste.

Peker dibêje, “Pirsa Kurd, ya Elewiyan di destê deshilatdarên vî welatî û xwedanhêzan de, alaveke. Ezê îro behsa Abdullah Ocalan bikim. Ew heye ya…”

 

Peker diyar dike, ew dê piştre behsa beşa Sûriyê ya çekdarî jî bike.

Di vîdyoya ku îro Yekşemê 30yê Gulanê belav kiriye de, careke din Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu dike hedef û vê carê behsa têkiliya xwe û Erdogan jî dike, lê hurgiliyan nake.

Peker herwiha behsa têkiliya Mehmet Agar û PKKê jî dike û dibêje, hûn dizanin navbera wan baş e.

Madem ez ajanim emê helaliyê bixwazin!

Peker li ser xwedîderketina Soylu ji aliyê Erdogan ve dibêje, ‘Serokomarê me yê rêzdar Tayyip Abê (kek) got ku komployeke navnetewî heye û di navenda wê de jî ez heme. Gotiye, wê dewlet wî bîne radest bike. Li wir ti pirsgirêk nîne. Gelo dema ez bêm anîn wê rastî biguherin Tayyip Abê?”

Peker di berdewamê de dibêje, ew dê di vîdyoya bê de behsa têkiliya xwe û Erdogan bike û her tiştî eşkere bike.

Mafyager Sedat Peker ku têkiliya xwe û hikûmeta AKPê îfşa dike bi israr xîtabî Erdogan dike ku ew ne xayînê welat e û destnîşan dike:

“Dema ti hêzeke te nebû ez hebûm, ew tune bûn. Li benda çepikan nemam, min xwe dernexist pêş, çi ji destê min hat min kir. Emê di vîdyoya bê de biaxivin Tayyip Abê. Bi hev re, li gel hev wekî kek û bira. Wê mirov guhdar bikin. Emê helaliyê bixwazin keko!.”