Sedat Peker: Êskenceyên li girtîgeha Diyarbekirê nebûna PKK ewqas bihêz nedibû

07 hezîran 2021 15:36
Sedat Peker: Êskenceyên li girtîgeha Diyarbekirê nebûna PKK ewqas bihêz nedibû

PeyamaKurd Mafyagerê Tirk Sedat Peker, di vîdyoya xwe ya 9emîn de, qala êşkenceyên li girtîgeha Diyarbekirê kir û da zanîn: “Van cure êşkenceyan, hêrs û aciziyek di nav ciwanan de çêkir û wisa kir ku ew berê xwe bidin çiyê.”

Mafyagerê Tirk Sedat Peker, li ser belavkirina peyamên xwe yên vîdyoyî berdewam e ku ev heyamek e di rojeva siyaseta Tirkiyê de ye li ser eşkerekirina pêwendiyên berpirsên dewletê û mafyayê, bazirganiya maddeyên hişbir û nihêniyên di nav hikûmetê de.

Serokê Koma Mafyayî Sedat Peker, di wan vîdyoyên xwe de qala Kurdan jî dike û li gor xwe pêşniyazên xwe pêşkêş dike ji bo çareserkirina pirsa Kurd.

Sedat Peker, di vîdyoya xwe ya 9emîn ku roja 6ê Hezîranê de belav kir, qala êşkence û kiryarên xerab ên li girtîgeha Diyarbekirê kir û got, vê yekê hêrsa zarokên Kurd zêde kir û ji ber wê wan berê xwe dane çiyayan.

Sedat Peker ew kiryar wek ehmeqî binav kir û bi gotina wî, eger ev cûre êşkence nebûna “PKK ewqas bihêz nedibû.”

Serokê  Koma Mafyayî Sedat Peker, li ser mijarê destnîşan kir: “Ev yek nebûya, PKK wiha bi hêz nedibû. Zarokên biçûk yên bi namûs, dijmin in lê dijminên bi namûs in. Ew zarok difikire û dibêje paşmayên mirovan bi bavê min dan xwarin, hêrs dibe û diçe çiyê. Ev yek Ehmeqî ye. Eger te bivê dijminê xwe bihêz bikî vê yekê bike.”