VIDEO | Robotê Trump ê li destavê hat çêkirin: Dengên ecêb derdixe…
PeyamaKurd - Zanyarê Amerîkî Don Lessem li Çînê robotekî bi bilindiya 4,6 metran ku teswîra Serokê Amerîkayê Donald Trump dike çêkir.
Robotê ku Teswîra Trump hatiye kirin, li ser klozeta zêrîn rûniştiye, pantorê xwe daxistiye û bi telefona xwe ya destan dilîze.
Robotê Trump dengên wekî; “Hîle tune”, “Nêçîra pîrebokan”, “Nûçeyên derewîn” û “Ez dahîyekî di halê xwe de me” derdixe.
Li ser şewqeya Trump jî slogana Trump a “Amerîkayê ji nû ve nuwaze bikin” û “Min ji kar bixin” dinivîse.
Herwiha robotê Trump ê klozetê li daşirê dengê destava wî jî derdixe.
Hat ragihandin ku dê robotê Trump beriya serdana Trump a Londonê ya meha Hezîranê bo Brîtanyayê bê şandin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin