VÎDEO | Jinên Afgan li Kabulê dijî Talîbanê xwepêsandan kirin: Em mafê xwe dixwazin!
PeyamaKurd – Jinên Afganî piştî ku Talîbanê paytexta Afganistan Kabul xist kontrola xwe û dest danî ser rêveberiya welat, li ber Koşka Serokomariyê xwepêşandanek li dar xistin.
Jinên Afgan di xwepêşandanê de pankartên ku li ser wan nivîsa ‘Em mafên xwe dixwazin’ hilgirtin û diruşm qêriyan.
Talîbanê piştî ku 15ê Tebaxê dest danî ser hemû deshilatiya Afganistanê, ragihandibû ku ew dê welat bi şerîetê birêve bibin û navê rejîmê jî bi Emîrtiya Îslamî biguherînin.
Bi taybet jinên Afganî ditirsin ku bi hatina Talîbanê re, hemû mafên wan ên heyî jî ji dest biçin û jiyana wan a xebat û xwendinê were sînordarkirin.
NO COMMENT | Afgan kadınlardan Kabil'de Taliban protestosu
— euronews Türkçe (@euronews_tr) August 17, 2021
Cumhurbaşkanlığı Sarayı'nın önünde toplanan bir grup kadın "haklarımızı istiyoruz" yazılı pankartlar taşıdı, slogan attı https://t.co/AS1OMquPOI pic.twitter.com/FTady6gJvz

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin