Vatîkanê alîkariya pere da karkerên seksê

02 gulan 2020 00:00
Vatîkanê alîkariya pere da karkerên seksê

PeyamaKurd – Bi qasî 20 kesên tanseksuel û karkerên seksê yên li bajaroka Torvaianica ya 40 kîlometre nêzî paytexta Îtalya Romayê ku li ser kolanan bi karê seksê debara xwe dikin, serî li keşeyê kilîseya Torvaianicayê, Don Andrea Conocchia dan û bi sedema vîrusa koronayê ku nikarin karê xwe bikin, alîkarî jê xwestin.

Li gorî nûçeya medya Îtalyayê keşeyê dêrê jî ji bo alîkariya wan karkerên seksê bikin, bi nameyekê serî li Vatîkanê daye zehmetiyên wan aniye ziman.

Piştî vê nameyê bi demekê Berpirê Papatîya Vatîkanê yê Alîkariyên Sosyal Kardînal Konrad Krajewski ketiye tevgerê alîkariya aborî daye wan karkerên seksê ku ji ber koronayê nikarin bixebitin.