Li Trabzonê êrîsa nijadperestî: Ji ber axaftina Kurdî êrîsî karkerên Kurd kirin

15 berfanbar 2023 04:23
Li Trabzonê êrîsa nijadperestî: Ji ber axaftina Kurdî êrîsî karkerên Kurd kirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li bajarê Trabzon ê Tirkiyeyê, li dijî karkerên înşaeta Balafirgeha Trabzonê yên Kurdî diaxivîn êrîşeke nijadperestî hat kir.

Li gorî zanyariyan, karkerên kurd ên înşaetê yên li Balafirgeha Trabzonê ya li navçeya navendî Ortahîsarê dixebitin, ji ber ku di nava xwe de bi kurdî diaxivîn rastî êrîşa kesên ewlehiya înşaetê dikirin û xebatkarên wê hatin.

Hate zanîn ku karkerên Kurd ên ji bajarên Agirî û Wanê dema roja 14ê Kanûnê çûn karê xwe bikin, bi sedema ku bi Kurdî di nav xwe de axivîne rastî êrîşê hatine.

 Karkerê bi navê Bîlal Aktekîn derbarê bûyerê de gotiye: “Dema hevalên me yên Wanê li ber kafeteryaya înşaetê çay vedixwarin, di nav xwe de bi kurdî axivîn. Di vê navberê de peywirdarên ewlehiyê hatin cem wan û ji wan re gotin, 'Bi kurdî nepeyivin.' Ji ber ku hevalên me gotin 'Her kes zimanê xwe yê dayikê bi kar tîne, em jî bi kar tînin' gengeşe çêbû. Bi tevlîbûna kesên ji derdorê re nêzî 20 kesan êrîşî 4 kesan kir. Piştre jî polîsên tevgera taybet ên li balafirgehê jî di nav de polîs hatin, ew ji hev veqetandin û hevalên me birin qereqolê. Hevalên me yên ku çûn nexweşxaneyê rapor wergirtin û giliyê peywirdaran kirin."