Vatikan: Rewsa Papa her diçe bastir dibe

31 adar 2023 00:36
Vatikan: Rewsa Papa her diçe bastir dibe

PeyamaKurd – Vatikan, bi sedema serokê rûhanî yê alema Mesîhiyan Papa Franciscus nexweş ketibû û biribûn nexweşxanê, li ser rewşa wî ya tendusirtiyê daxwuyaniyekî da. Bi sedema tengbûna nefesa Papa, do piştî nîvro wî biribûn nexweşxana bi navê Gemelli ya li Romayê. Hat ragihandin ku her diçe rewşa Papayê 86 salî baştir dibe. Berdevkê çapemeniyê yê Vatikanê Matteo Bruni bi nivîskî daxwuyaniyekî weha da:

"Papa Franciscus, bi şev bêhna xwe da. Tabloya wî ya klînîk her diçe li hev rast dide û dermnakirina wî ya ku plan kirine dewam dike. Serê siba xwurîniya xwe kir, rojnaman xwend û dest bi xebatê kir. Papa li nexweşxanê di’a jî kir.”

Papa Franciscus li dora nîvro di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha ragihand:

“Di sietên dawiyê de gelek peyam hatin û ez bi wan hestiyar bûm. Ji bo hişmendiya wan û di’ayên wan ez sipasiya wan dikim.”

Li ser nexweşîna Papa gelek lîderên dewletên dinyayê peyamên şîfayê belav kirin ku di nav wan de kesên weka serokkomarê Îtalyayê Sergio Mattarella, serokê Amerîkayê Joe Biden, serokê dewleta Arjantînê Alberto Fernandez hene.

Pap ji sala 2013an heya niha Papayê Dêra Katolîkan yê 266em e û bi sedema di xortaniya xwe de enfeksiyona pişikê derbas kiriye, yek aliyekî pişika wî heye.