Li Tirkiyê rewsa Kovid-19 ê her diçe bastir dibe

03 tîrmeh 2020 00:46
Li Tirkiyê rewsa Kovid-19 ê her diçe bastir dibe

PeyamaKurd- Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand ku li du bajarên Tirkiyê ev 2 roje ku kes bi nexweşîna Kovid-19 ê neketiye lê rewşa 5 bajaran xerabe. Îro 2 roje ku li bajarên Gumuşhane û Burdurê kes nexweş neketiye. Rewşa Kovid-19 ê li seranserê Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê weha ye:

3.483.677 test heya îro hatine kirin.

   202.284 kes heya îro bi nexweşînê ketine.

       5.167 kes heya îro mirine.

       1.067 kes di beşên hûrlênêrînê de ne.

          372 kes bi alavên nefesê ve girêdayîne.

   176.965 nexweş heya îro baş bûne.

     49.714 test îro hatine kirin.

       1.186 kes îro bi nexweşînê ketine.

            17 nexweş îro mirine.

       1.543 nexweş îro baş bûne.