Vance: Em bi Îranê re şerê bêdawî naxwazin
Cîgirê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) JD Vance got ku niyeta wan a destpêkirina "şerê bêdawî" bi Îranê re nîne û qonaxa çalak a êrîşê bi dawî bûye.
|
Türkçe
RûpelNews - Di axaftina xwe ya li Qesra Spî de, Vance destnîşan kir ku DYA dixebite da ku Tengava Hurmizê vekirî bihêle û ewlehiya keştiyên bazirganî misoger bike.
Vance, ku diyar kir ew niha bi Îranê re ne di danûstandinan de ne, got, "Hemû vebijêrk li ser masê ne, di nav de zextên aborî, leşkerî, dîplomatîk û veşartî."
Vance destnîşan kir ku DYA niha operasyonên şer ên mezin pêk nayne, û anî ziman ku armanca êrîşên dawî parastina herikîna enerjiyê bû.
