Vala Ferîd: Besdarbûna hemwelatiyan a hilbijartina pêswext maf û erk e

18 îlon 2021 14:29
Vala Ferîd: Besdarbûna hemwelatiyan a hilbijartina pêswext maf û erk e

PeyamaKurd – Wezîra Herêmê ya Karûbarên Parlamentoya Kurdistanê Vala Ferîd diyar kir, beşdarbûna hemwelatiyan a hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê maf û erk e.

Vala Ferîd di hevpeyvîneke bi malpera fermangeha medya û zanyariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, daxwaz ji hemwelatiyên Kurdistanê kir, ji bo hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê, deng bidin namzedên Kurd, ji bo ku pêgeha Kurdan li Bexdayê bihêz bimîne.

Wezîra Herêmê ya Karûbarên Parlamentoyê beşdariya hemwelatiyan a ji hilbijartinên pêşwext ên Iraqê re girîng pênase dike û dibêje, beşdarbûna hilbijartinê erkekî niştimanî ye.

Herwiha eşkere kir, beşdariya hemwelatiyan di proseya hilbijartinê de mafekî rewa yê hemwelatiyan bixwe ye û di heman demê de jî erkê niştimanî yê li ser milê wan e û ew erk jî divê bê bicîhanîn.

Wezîra Herêmê destnîşan kir, pêwîst e hemwelatî deng bidin namzedên Kurd, ji bo ku pêgeha Kurdan li Bexdayê her bihêz bimîne.