Urmiye | Pasdarên Îranê melayê ku sîxurtî qebûl nekir ji gund derxist

20 berfanbar 2021 03:35
Urmiye | Pasdarên Îranê melayê ku sîxurtî qebûl nekir ji gund derxist

PeyamaKurd - Melayê gundekî parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê pasdarên Îranê ve ji gund hat derxistin.

Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê eşkere kir, pasdarên Îranê doh 18ê Kanûnê melayê gundê Sigrîk yê bajarokê Çaldiran li parêzgehaÛrmiyê, Mela Cemal Penahî ji gund derxistin.

Mela Cemal melayekî aktîf û di nav xelkê gund de pir dihat hezkirin e, lê demek dirêj bû dezgehên îstixbaratê jê dixwestin bibe muxbirê wan û ji ber ku wî qebûl nedikir jî bi darê zorê ji gund hatiye derxistin.

Mela Cemal Penahî xelkê bajarê Ûrmiyê ye lê ev sê sal bû li gundê Sigrîk melatî dikir.