Urdun: Êrîşa li ser mala Neçîrvan Barzanî nayê qebulkirin
Keyaniya Haşemî ya Urdunê êrîşa ku li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, li Duhokê hat kirin, bi tundî şermezar kir.
RûpelNews - Di daxuyaniyeke fermî ya ku îro, Yekşem 29ê Adarê, hate weşandin de, Wezareta Karên Derve û Koçberan a Urdunê diyar kir ku "ev êrîş kiryareke nepejirandî û binpêkirina ewlehî û aramiya Komara Iraqa birayî ye".
Piştevanî hat dupatkirin
Di daxuyaniya xwe de, Wezaretê tekezî li ser "piştevaniya tam a Keyaniyê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê" kir, û "piştevaniya xwe ji bo ewlekarî û aramiya welêt û yekparçeyiya axa wê" piştrast kir.
