Urdin: Ger Sûriye sozên xwe bicih neyîne…
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Sefedî got, heger Sûriye sozên xwe bi cih neke û nikaribe rê li ber derbaskirina madeyên hişber ber bi Urdin, welatên Kendavê û cîhanê ve rawestîne, ew ê dest bi operasyoneke leşkerî li hundirê Sûriyê bikin.
Sefedî ji CNN International re ragihand: “Heger em tedbîrên bibandor ji aliyê Sûriyê ve ji bo rawestandina metirsiya qaçaxçiya madeyên hişber bo welatên Kendavê, Urdun û cîhanê nebînin, em ê ji bo rûbirûbûna wê yekê çi pêwîst be bikin.”
Sefedî da zanîn: “Em gefa bazirganiya madeyên hişber sivik nabînin. Eger em tedbîrên bibandor ji bo kêmkirina vê metirsiyê nebînin, em ê ji bo rûbirûbûna wê çi pêwîst be bikin, di nav de tevgera leşkerî li hundirê Sûriyê, ji bo jinavbirina vê metirsiya pir giran ne tenê ji bo Urdinê, lê belê bo welatên Kendavê, welatên Erebî û cîhanê.”
Sefedî destnîşan kir ku ji ber encamên krîza Sûriyê, ziyan gihîştiye gelek kesan di nav de jî Urdin.
Li gorî nûçeyên medya cîhanê, Firqeya 4 a bi serokatiya birayê serokê rejîma Sûriyê, Mahir Esed û bi hevkariya Hizbullaha Lubnanî, ji ber çêkirin û gihandina madeyên hişber bo welatên Kendavê berpirs e.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin