Sûriye: “Tirkiye li Îdlibê sozên xwe bicih nayîne”

31 cotmeh 2018 02:34
Sûriye: “Tirkiye li Îdlibê sozên xwe bicih nayîne”

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Welîd Muelim di axivtinekê de li ser karên Tirkiyê yên di çarçoveya rêkevtina Îdlibê de rexne kir û got: "Tirkiye sozên xwe yên li ser Îdlibê bicih nayîne."

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Welîd Muelim di axivtinekê de li ser karên Tirkiyê yên di çarçoveya rêkevtina Îdlibê de rexne kir û got: Tirkiye sozên xwe yên li ser Idlibê bicih nayîne. Tevî ku wext bidawîhatina vê hevhatinameyê hatiye jî, hin komên çekdar hîn ji navçeyê derneketine. Ev rewş nîşan dide ku dewleta Tirkiyê naxwaze sozên xwe yên li ser Îdlibê bicih bîne. Ji ber vê yekê Îdlib hîn jî ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi  Tirkiye û welatên rojavayî pişta wan digirin ve tê birêvebirin.