Ukraynayê, li dijî Kirimê dest bi operasyonê kir!

24 tebax 2023 19:00
Ukraynayê, li dijî Kirimê dest bi operasyonê kir!

PeyamaKurd- Berdevkê Gerînendehiya Îstixbarata Sereke ya Wezareta Parastinê ya Ukraynayê Andrey Yusov ragihand ku leşkerên Ukraynayê, di çarçoveya operasyoneke taybet de ketine Kirimê.

Andrey Yusov, di daxuyaniyekê de ji bo malpera nûçeyan Suspilne media ya Ukraynayê axivî û diyar kir ku Rêveberiya Sereke ya Îstixbaratê, bi hevkariya hêzên deryayî operasyoneke taybet li Kirimê kir û axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:

"Di çarçoveya tevgera taybet de leşker ketin nîvgiravê. Hedef hatin bidestxistin û di nav leşkerên me de wendahiyên canî çênebûn."

Yusov diyar kir ku operasyona taybet dewam dike û di nav hêzên Rusyayê de zirarên canî û malî çêbûne.

Serokê Gerînendehiya Giştî ya Îstixbaratê ya Wezareta Parastinê ya Ukraynayê Kirill Budanov ji Radyoya Ewropaya Azad re got ku derfeta wan heye ku li her devereke Kirimê ya ku Rusyayê bi awayekî neqanûnî kiriye nav axên xwe, bidin.