Li Sirnexê li dijî PKKê dest bi operasyonê hat kirin
PeyamaKurd – Li Şirnexê bi beşdariya 871 endamên leşkerî "Operasyona Ablukaya Eren a Payîz-Zivistan-23 Şehîd Cendirmeyan Kaptan Yunus Çelebî" hat destpêkirin.
Li Şirnexê li dijî PKKê, operasyona "Ablukaya Eren a Payîz Zivistan-23 (Bestler Dereler) Şehîd Cendirmeyan Kaptan Yunus Çelebî" hat destpêkirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a derbarê mijarê de, di operasyona ku di bin koordînasyona Asayîşa Cendirmeyan a Wanê de, bi talîmata û rêveberiya Fermandariya Herêmê ya Cendirmeyan a Şirnexê; 9 tabûr, 67 ekîbên operasyonê û 871 personel ku ji komandoyên cendirme, tîmên tevgera taybet ên cendirmeyan û ekîbên cendirmeyan pêk tên ji bo Fermandariya Tûgaya Komando ya Cendirmeyan a Şirnexê Çakirsogûtê wezîfedar kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku operasyon dewam dikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin