Ukrayna: Serkeftin, nêzîk bûye
PeyamaKurd- Serokê Ofîsa Serokomariya Ukraynayê Andriy Yermak diyar kir ku her çiqas ew di êrîşa li dijî êrîşan de hêdî hêdî bi pêş bikevin jî baweriya wan bi serkeftinê heye û serkeftin nêzîk bûye.
Serokê Ofîsa Serokomariya Ukraynayê û yek ji şêwirmendên Volodimir Zelenskiy Andriy Yermak, ji kanala DW ya Almanî re axivî û ev nirxandin kirin:
"Em ji bîr nekin ku carekê sê roj, piştre jî çend meh dem ji me re hat dayîn ku em li dijî dagirkeriya Rusyayê li ber xwe bidin. Niha salek û nîv derbas bûye û em ne tenê xwe diparêzin. Di heman demê de axa xwe jî azad dikin.”
Yermak destnîşan kir ku heta êrîşên Rusyayê dewam bikin, avakirina maseya muzakereyê zehmet e û di derbarê êrîşên li hemberî hêzên Rusyayê de jî agahî dan.
Rayedarê payebilind ê Ukraynayê diyar kir ku di vê operasyonê de nekarin bi qasî ku dixwazin bi pêş bikevin û got, "Lê belê artêşa me her roj hêdî hêdî pêş ve diçe."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin