Ukrayna: Rûsyayê bi mosekên balîstîk êrîsî Kîevê kir
PeyamaKurd – Ukraynayê ragihand ku artêşa Rûsyayê danê sibê bi moşekên balîstîk êrîşî paytext Kîevê kir.
Di daxuyaniya Fermandariya Hêza Hewayî ya Ukraynayê de hat destnîşankirin, Rûsyayê îşev bi balafirên bêmirov ên modela "Şahed" û danê sibê jî bi moşekên balîstîk êrîşî axa Ukraynayê kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, bi tevahî 18 balafirên bêmirov ên Rûsyayê hatin tesbîtkirin û hemû balafirên bêpîlot ên ku piraniya wan li herêma Mikolaîvê bûn hatin îmhakirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, artêşa Rûsyayê saet derdora 04.00an de bi 8 moşekên balîstîk êrîşî herêma Kîevê kir û hemû moşek li nêzî Kîevê ji aliyê yekîneyên moşekên hewayî yên Ukraynayê ve hatin îmhakirin.
Serokê Îdareya Leşkerî ya bajarê Kîevê Sergey Popko jî di nivîsa xwe ya li ser kanala Telegramê ya rêvebiriyê de ragihand, di encama ketina perçeyên moşekê yên li navçeya Darnitsa ya Kîevê de, 4 kes birîndar bûne û malan zirar dîtine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin