Ûkrayna: Me bi nirxê 3 milyar dolaran alavên leskerî yên Rûsî ruxand

07 adar 2022 18:24
Ûkrayna: Me bi nirxê 3 milyar dolaran alavên leskerî yên Rûsî ruxand

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Ûkraynayê ragihandiye ku wan di şerê dijî Rûsyayê de ku ji 24ê Sibatê ve êrîş dest pê kiriye, heta niha bi milyar dolaran alavên leşkerî yên rûsî ruxandine.

Wezaretê eşkere kiriye, heta niha hêzên Ûkraynayê bi nirxê 3 milyar dolaran alavên leşkerî yên rûsî ruxandine.

Li aliyê din Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî ragihandiye ku wan heta niha 2 hezar 396 tesîsên leşkerî tune kirine.

Rûsyayê herî dawî piştî pêwendiya Macron û Pûtîn ji bo korîdora veguhestina sivîlan ji bajarên Kîev, Xarkov, Marîpul û Sumî agirbesta demkî ji bo rojekê ragihandiye.

Li gorî zanyariyan artêşa Rûsyayê li bajarê Zaporijya 6 niştîngehên mezin xistine kontrola xwe û di bombebarana ser Xakovê de jî 21 avahî hilweşiyane.