Ukrayna: Hêzên Rûsyayê bi sev paytext Kîev kirin hedef

16 gulan 2023 10:59
Ukrayna: Hêzên Rûsyayê bi sev paytext Kîev kirin hedef

PeyamaKurd Ukraynayê ragihand ku hêzên Rûsyayê bi şev paytext Kîev kirine hedef.

Agahî hat parvekirin, li paytextê dengê sîrenan hat bihîstin û ji ber êrîşên Rûsyayê gelek teqîn çêbûn.

Rayedarên Ukraynayê hişyarî dan gel ku ji pencereyan dûr bisekinin.

Şaredarê Kîevê Vitali Klitscho ragihand, hin perçeyên roketan li herêmên navendî yên bajêr û di nav wan bexçê ajalan jî ketine.

Hat ragihandin, di encama êrîşan de birîndar hene.

Karbidestekî got, êrîşên ku dron û moşek bi kar anîn, "tundahiyek awarte" bû.