Ukrayna: Di dema veguhestina sivîlan de êrîs hat kirin

07 gulan 2022 00:09
Ukrayna: Di dema veguhestina sivîlan de êrîs hat kirin

PeyamaKurd-Rayedarên bajarê Mariupolê yê Ukraynayê, ragihand ku di dema veguhestina sivîlên Mariupolê de ji aliyê leşkerên Rûs ve gule hatine barandin. Hat ragihandin ku di êrîşê de çekdarekî Ukraynayê hatiye kuştin.

Bajarê Mariupolê, ji destpêka şerê Rûsyayê ango ji 24ê Sibatê ve di bin dorpêça leşkerî ya Rûsyayê de ye. Ji bo sivîl û çekdarên ku di Kargeha Azovstalê de asê mane, dan û stendinên di asta navdewletî de jî bê navber didomin. Rayedarên Şaredariya Mariupolê ragihandin ku di dema veguhestina sivîlan a îro de leşkerên Rûs gule bi ser maşînekê de barandine û di encama êrîşê de çekdarekî Ukraynayê hatiye kuştin.

Heta niha Rûsyayê bersiva îdiaya rayedarên şaredariyê nedaye. Moskowê, ji bo veguhestina sivîlan a ji kargehê, agirbest ragihandibû lê li gorî îdiayê, agirbest hatiye binpêkirin.