HRW: Mayînên Ukrayna bi kar tîne dibe sedema mirina sivîlan!
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku mayînên dij-personel ên hêzên Ukraynayê li bajarê Izyum ê herêma Xarkovê di dema dagirkeriya Rûsyayê de avêtine bûne sedema mirina sivîlan.
Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW), Ukrayna li hember bikaranîna mayinên dijî-personel hişyar kir.
HRWê ragihand, di dema dagirkeriyê de li gelek nuqteyên bajarê Izyum ê Xarkovê ku di 1ê Nîsanê de ji aliyê Rûsyayê ve ji aliyê hêzên Ukraynayê ve hate dagirkirin, mayînên dij-personel hatine bicihkirin û di encamê de sivîl mirine.
Artêşa Ukraynayê di êrîşa kontra ya ku di meha îlonê de dabû destpêkirin de Îzyum ji hêzên Rûsyayê vegerandibû.
Li gorî Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan, di dema dagirkeriya Rûsyayê de, hêzên Ukraynayê li herêma Îzyum a dagirkirî bi balafir û bataryayên topan, mayînên dijî personel ên PFM avêtin. Hat diyarkirin, di encama mayînên ku hêzên Ukraynayê avêtin ser Îzyûmê de 11 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin