NY: Serê Ukraynayê dibe sedema gefeke rasterast li ser asayîsa xurekê
PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyekê diyar kir, Şerê Ukraynayê dibe sedema gefeke rasterast li ser asayîşa xurekê li cîhanê
Li gor Serokê Sindoqa Navdewletî ya ji bo Geşepêdana Çandiniyê (IFAD) Gilbert Houngbo do Pêncşemê bi daxuyaniyekê da zanîn: “Bûyerên Ukraynayê bandorên xerab li ser hemû parzemînên cîhanê dike, bi taybetî ji aliyê asayîşa xureka cîhanê ve, cîhanê dixe metirsiyê.”
Gilbert Houngbo destnîşan kir: “Em gelek nîgeran in, şer li Ukraynayê dibe sedema astengiya hinardeya berhemên sereke, weke genim û zeyta gulberojê û ev serî dikşîne ji bo bilindbûna nirxê xurek û birçîtiyê li pey xwe tîne.”
Herwiha Houngbo da zanîn: “Şerê Ukraynayê dibe sedema gefeke rasterast li ser asayîşa xurekê li cîhanê.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin