Tûzxûrmatû | Di navbera DAIS û sivanan de ser derket; Pêsmerge çûn alîkariyê

19 sibat 2025 17:29
Tûzxûrmatû | Di navbera DAIS û sivanan de ser derket; Pêsmerge çûn alîkariyê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li derdora gundê Dûrajê yê di navbera Tûzxûrmatû û Kifriyê de, çekdarên DAIŞê êrîşî 3 şivanan kiriye ku pezê xwe diçêrandin. 

Hat ragihandin ku piştî êrîşa çekdarên DAIŞê, şivanan jî bersiv daye û şerekî tund di navbera şivan û çekdarên DAIŞê de derketiye. 

Piştî bûyerê, Pêşmerge jî çûne alîkariya şivanan, lê ji ber ku şer hê nesekiniye, derbarê ziyanên madî û canî de tu agahiyên berfireh nehatin eşkerekirin.