Di navbera Talîban û DAISê da serekî giran derket: 17 DAISî hatin kustin

28 adar 2019 16:24
Di navbera Talîban û DAISê da serekî giran derket: 17 DAISî hatin kustin

PeyamaKurd – Li navçeya Çapadereya eyaleta Kunarê ya Efxanistanê di navbera Talîbanê û rêxistina terorê DAIŞê da şerekî giran qewimî.

Parêzgarê Kunarê Evdilsettar Mirzakval ragihand ku di nevbera Talîbanê û çekdarên DAIŞê da şerek qewimîye.

Parêzgarê Mirzakval eşkere kir ku di wî şerî da 17 DAIŞî hatine kuştin û 15 jî birîndar bûne, herweha 2 endamên Talîbamê hatine kuştin û 10 jî birîndar bûne.

Qaymeqamê Çapaderêyê Xelîlullah Xelîlî jî ji çapemenîyê ra da zanîn ku DAIŞê piştî şerê di navbera Talîbanê û DAIŞê da devera Dere-i Nanglamê û Dere-i Digelê ya ku di bin kontrola Talîbanê dabûn kontrol kirine.

Xelîl herwiha got ku ji ber pevçûnê 2 hezar malbat neçar man e ku herêmê biterikînin.