Li Dêrezorê serekî giran di navbera HSD û DAISê de diqewime
24 îlon 2018 03:35
PeyamaKurd - Li Dêrezorê şerekî giran di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û DAIŞê de derket ku balafirên Hevpeymaniya Navdewletî jî bombebaranê dikin.
Navenda Ragihandinê ya HSDê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li gundê Şecel yê girêdayê navçeya Baxoz li herêma Dêrazorê, şerekî giran di navbera HSDê û çekdarên DAIŞê de derketiye.
Li gorî daxuyaniyê di encamê wî şerî de 5 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
HSDê ragihand ku Hevpeymaniya Navdewletî jî, bi balafirên xwe yên şerî li dijî DAIŞê piştevaniya wan kir.
Di heman demê de HSDê da zanîn ku hêzên wan xebatên lêgerînê li vê deverê didomînin, di xebatên paqijkirinê de, hejmarek çekên ferdî û cebilxane hatin desteserkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Di navbera Talîban û DAISê da serekî giran derket: 17 DAISî hatin kustin
28 adr 2019
Jiyan
Di navbera hêzên rejîma Sûrî û DAISê de serekî dijwar rû da
11 mjd 2021
Cîhan
Serekî giran di navbera gerîlayên PKKê û artêsa Tirkiyê de derket
05 trm 2021
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin