Trump û Kîm Jung-un dest bi civînê kirin

27 sibat 2019 18:32
Trump û Kîm Jung-un  dest bi civînê kirin

PeyamaKurd - Donald Trumpê Serokê Amerîkayê û Kîm Jung-unê Serokê Koreya Bakur li Hanoiya paytextê Vîetnamê hatin ba hev.

Herdu serok di şîvê da hatin ba hev û hevdîtinê di atmosfereke samîmî da dest pê kir.

Herdu serok di hezîrana sala par da li Sîngapurê hatibûn ba hev û ev cara duduyan e ku dicivin..

Kîmê Serokê Koreya Bakurê li vê derê axivî û got, “Di 261 rojên ku derbas bûn da hewleke mezin hat dayîn û di heman demê da sebreke mezin hat nîşandan.”

Kîm der barê vê hevdîtinê da got, “Hêviya me ew e ku bibe hevdîtineke serkeftî.”

Trumpê Serokê Amerîkayê got ji ber ku li Vîetnamê bi Kîm ra hat ba hev kêfxweş e û wiha pê da çû. “Ji ber ku li vê derê em bi hev ra ne ev rûmeteke mezin e. Bi rastî Vîetnamê li ber lingên me xalîçeya sor raxist.”

Trump destnîşan kir ku hevdîtina ewil bi serkeftî derbas bû û wiha axivî: “Hêviya min ew e ku lûtkeya dualî di mijara serkeftinê da têkeve rêza ewil, ji hevdîtina beriya vê serkeftîtir be.”

Trump diyar kir ku geşedan û gavên ji bo têkiliyan tên avêtin serkeftî ne û wiha pê da çû:

“Wekî min gelek caran got potansiyela aboriyê ya welatê we zêde ye. Potansiyela aboriyê bêsînor e. Li gor min pêşerojeke we ya zehf baş heye û tu serokekê mezin î. Ji bo ku ev biqewime û ez alîkariyê bidim we gelekî kelecanî me.”

Trumpê Serokê Amerîkayê û Kîmê Serokê Koreya Bakur di 12ê hezîrana 2018an da li Sîngapurê di lûtkeya dîrokî da civiyabûn û peymaneke berfireh îmze kiribûn