Trump: Ragihandina Siûdiyê cihê baweriyê ye

20 cotmeh 2018 20:34
Trump: Ragihandina Siûdiyê cihê baweriyê ye

PeyamaKurd - Donald Trumpê Serokê Amerîkayê li ser kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî got, "Hin pirsên me wê ji Siûdiyan hebin. Di vê mijarê da em ê bi Kongreyê re bixebitin."

Trumpê Serokê Amerîkayê li Arîzonaya eyaleta Amerîkayê ji rojnemvanan ra bûyera Kaşikçi nirxand û got ku meriv bi daxuyaniya Erebistana Siûdî ya li ser "kuştina Kaşikçî" bawer dike.

Trump diyar kir ku daxuyaniya rêveberiya Riyadê "gava mezin a ewil e" û wiha axivî: "Lêbelê nirxandina me hê temam nebû. Hê zû ye (ji bo eşkerekirina encamê)."

Trump ji bo daxuyaniya Erebistana Siûdî ya der barê Kaşikçî da got, "Hin pirsên me wê ji Siûdiyan hebin. Di vê mijarê da em ê bi Kongreyê ra bixebitin." û destnîşan kir ku piştî bi Muhemed bîn Selmanê Welîehd re biaxive ew ê biryara xwe eşkere bikin.

Wekî mayîn Trump got derdestkirinên rêveberiya Riyadê ya ji bo kuştina Kaşikçî "zehf girîng e".

Trump got dixwaze peyaman firotina sîlahan a 110 milyar dolarî digre ya di navbera Amerîka û Erebistana Siûdî da mihefeze bike. Trump got di dewsa wê da dibe ku mueyîdeyên din pêk bînin."

Li ser pirsa dibêje "gelo lêpirsîna Erebistana Siûdî dimeşîne ewledar e" Trump got, "Em daxilê pêvajoyê bûn, Tirkiye daxil bû. Ev tiştekî mezin e û tiştekî ku neyê nirxandin ew ê nemîne."

Erebistana Siûdî îtiraf kiribû ku Cemal Kaşikçiyê rojnamevan ê ku di 2yê cotmehê da ketibû Serkonsolosxaneya Stenbolê xeber jê nehatibû hildan "di rageşiya ku li konsolosxaneyê derket da miriye". 

Li gor xebera SPAya ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistana Siûdî, di encama lêpirsîna Serdozgeriya Erebistana Siûdî dimeşîne da hat diyarkirin ku Cemal Kaşikçî hatiye Serkonsolosxaneya Stenbolê li vê derê "bi welatiyên Erebistana Siûdî yên li konsolosxaneyê ra ketiye nîqaşan, rageşî derketiye û Kaşikçî miriye".