Trump qala êrîşên nû kir: Petrol zêde bû, zêr daket
Piştî ku Trump behsa êrîşên nû li dijî Îranê kir, bihayên petrolê bilind bûn, bihayên zêr jî daketin.
RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuya kirin ew ê êrîşên li ser Îranê ji nû ve bidin destpêkirin û ev daxuyanî tesîreke mezin li bazaran kir bi taybet li ser bihayên neft û zêran.
Piştî ku Îranê êrîş li ser leşkerên Amerîkî li Urdunê kir Trump got: "Em ê derseke baş bidin wan. Em ê li wan gelekî bi tundî bixin. Ew ê derbeyeke giran bixwin."
Piştî vê avaftinê, bilindbûna rojane ya bihayê petrolê gihîşt ji sedî 7 û bihayê petrolê xam ê Brent her bermîlek dîsa derket ser 90 dolarî.
Bihayê onsê zêr ku roja xwe bi awayekî erênî dest pê kiribû, piştî vê daxuyaniyê ji sedî 0.6 jî daket û daket 4,006 dolarî. Bihayê zîv jî ji sedî 0.5 daket heta bin 57 dolarî.
