Trump posman bû: "Çîn bi zanîn Kovid-19 ê belav nekir"

09 gulan 2020 04:05
Trump posman bû: "Çîn bi zanîn Kovid-19 ê belav nekir"

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump beyanên ku heya niha di derbarê Çînê û belavkirina Çînê ya koronavîrusê de da înkar kir û got:

“Çîn bi zanîn koronavîrusê belav nekiriye.”

Trump beyana xwe di hevpeyvîna xwe ya bi TV ya Fox ê de ragihand. Trump hefteya berê gotibû ku Çîn bi zanîn koronavîrusê belav kiriye.

Di mijara perê ku Amerîka dide WHO yê de jî got ku wê ji nûh de biryarekî bide. Hem herkesê di Koşka Sipî de dixebite, biryarê dane da maskê deynin ber poz û devê xwe.