Trump 'pêşîniya xwe ya sereke' ya derbarê Îranê de eşkere kir

17 tebax 2026 14:15

Serokê DYAyê Donald Trump diyar kir ku pêşîlêgirtina Îranê ji bidestxistina çekên atomî pêşîniya wî ya sereke ye.

Trump 'pêşîniya xwe ya sereke' ya derbarê Îranê de eşkere kir

RûpelNews - Serokê DYAyê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Social derbarê bernameya atomî ya Îranê de daxuyaniyeke nû da.

Trump diyar kir ku pêşîniya Washingtonê ya derbarê Îranê de neguheriye û lê zêde kir ku divê destûr neyê dayîn ku Tehran bi tu awayî çekên atomî bi dest bixe.

"Pêşîniya min a sereke ye û dê her tim wisa be"

Di parvekirina xwe de, Trump diyar kir: "Pêşîniya min a sereke ew e ku misoger bikim ku Îran di bin ti şert û mercan de çekên atomî bi dest nexe û ew dê her tim wisa be."

Daxuyaniya Trump di demekê de hat ku hewldanên dîplomatîk ên ji bo kêmkirina aloziya di navbera DYA û Îranê de hêj encam nedane. Her çend dema danûstandinê ya 60 rojî ya di navbera aliyan de bi dawî bûbe jî, derbarê peymaneke nû de ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Trump berê gelek caran diyar kiribû ku ew ê nehêlin Îran bigihîje çekên atomî.