Trump nexwest dorpêçan deyne ser Tirkiyê

25 tîrmeh 2019 02:59
Trump nexwest dorpêçan deyne ser Tirkiyê

PeyamaKurd- Hat gotin ku serokê Amerîkayê Trump di civîna bi senatorên Amerîka re kir de, nexwestiye dorpêçan deyne ser Tirkiyê. Tê gotin ku di civînê de senator xwestine dorpêçan deynin ser Tirkiyê lê Trump xwestiye ku ji dorpêçan bêhtir wê çawa bi Tirkiyê re muzakereyan bikin, divê li serê xebat bêkirin. Televîzyona Amerîkayê CNN civîneka bi du senatorên komarî re kiriye û senator gotine ku di civînê de, di navbera Trump û senatoran de fikrên cuda hebûne.

Civîna li ser Tirkiyê 70 deqe dewam kiriye. Di civînê de senator xwestine bi rêya CAATSA yê tedbîran deynin ser Tirkiyê lê endamtiya NATO yê ya Tirkiyê tevliheviyê çêdike û nikarin rêyekî bibînin. Di civînê de Trump rexne li rêvebiriya Obama kiriye û gotiye ku ew xwestiyê hêjî balafirên F-35an karibe bifroşe Tirkiyê.