Trump: Min ji Tirkan re got wî berdin, wan jî berda!

08 sibat 2019 20:53
Trump: Min ji Tirkan re got wî berdin, wan jî berda!

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump di ‘taştêya diaya netewî’ de, derbarê serbest berdana keşe Adrew Brunson de daxuyanî dan.

Trump bal kişand ser ku Amerîka ji bo rehîneyên xwe jî têdikoşe û ji bo keşe Adrew Brunsonê ku bi hinceta PKK/YPG û FETOyê li Tirkiyê du salan girtî mabû got, “Min got wî derxin, heke hûn wî berdin wê baş be û ew berdan. Ev wekî mucîze bû, ne wisa?”

Hêjayî gotinê ye, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan beriya berdana Brunson bi demekê gef li Amerîkayê xwaribû û gotibû, 'Hûn keşeyê me (Fethullah Gulen) biden, em jî yê we bidin", lê belê Andrew Brunson piştî daxwaza Trump ji aliyê dedgeha Îzmirê ve hatibû berdan, lê heta niha jî Amerîkayê ji bo serokê FETOyê ti gavek neavêtiye.