Trump: Me piraniya artêşa Îranê bêbandor kiriye

18 adar 2026 11:59

Serokê Amerîkayê Donald Trump got, wan piraniya hêza leşkerî ya artêşa Îranê bêbandor kiriye. Trump, gazind ji welatên endamên NATOyê jî kir û da zanîn ku, di şerê Îranê de ti hewcedariya wan bi piştgiriya welatên din nîne.

Trump: Me piraniya artêşa Îranê bêbandor kiriye

RûpelNews - Di peyameke ku weşand de, Trump destnîşan kir ku hin hevalbendên NATOyê ji Washingtonê re ragihandine ku ew naxwazin beşdarî operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê bibin. Serokê Amerîkayê got ku ew ji vê helwestê şaş nemaye, û anî ziman ku NATO ji mêj ve ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve wekî "barekî yekalî" tê dîtin.

“Zirareke mezin gihiştiye artêşa Îranê”

Di nirxandina xwe ya li ser rewşa heyî ya artêşa Îranê de, Trump îdia kir ku binesaziya leşkerî ya Îranê piştî operasyonên DYAyê zerareke mezin dîtiye. Trump diyar kir ku sîstemên parastina hewayî, radar û avahiya fermandariya leşkerî ya Îranê bi awayekî berbiçav hatine armanckirin.
Serokê DYAyê anî ziman ku, piştî van geşedanan, şiyana Îranê ya ji bo metirsîdayîna li ser DYAyê, hevalbendên wê yên li Rojhilata Navîn an jî welatên din, bi awayekî cidî lawaz bûye.

"Pêdiviya DYAyê bi alîkariya kesî nîne"

Di daxuyaniya xwe de, Trump tekezî li ser hêza leşkerî ya DYAyê kir û diyar kir ku ji bo operasyonên xwe pêdiviya wan bi piştgiriya hevalbendan nîne.
Serokê DYAyê, ku îdia dikir Amerîka welatê herî bihêz ê cîhanê ye, got, "Pêdiviya me bi alîkariya kesî nîne."