Trump: “Me hêj dorpêçên giran nedaniye ser Venezuelayê”

20 adar 2019 02:14
Trump: “Me hêj dorpêçên giran nedaniye ser Venezuelayê”

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump li Qesra Sipî bi serokê dewleta Brezîlyayê re bi Bolsonaro re civîneka çapemeniyê ya hevpar çêkir. Trump di civînê de ragihand ku wan hêj dorpêçên giran nedanîne ser Venezuelayê û hemû bijarte di rojevê de ne.”

Trump bi serokê Brezîlya bi Bolsonaro re li ser mijara Venezuelayê hevdîtin kiriye û di mijarê de weha got:

“Brezîlya bo avakirina demokrasiyê li Venezuelayê gelek xebatê dike. Eger serokê Venezuelayê Madûro wezîfa xwe bo xelkê Venezuelayê bihêle, wê alîkarî bigihê xelkê wan û projeyeka mirovî ya mezin cîbicî bibe.”

Trump ragihand ku wê di mijara endamtiya Brezîlyayê ya bo NATO yê alîkariyeka xurt bide Brezîlyayê.