Trump ji bo Îranê got: Êrîşên me dê girantir bibe

09 tîrmeh 2026 13:03

Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî da Îranê û got: "Eger Îran êrîş li keştiyan bike êrişên me dê pir girantir bin."

Trump ji bo Îranê got: Êrîşên me dê girantir bibe

RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hisaba xwe ya medyaya civakî wêneyekê ku êrîşên Amerîka yên li ser Îranê nîşan dide belav kir.

Serok Trump got: "Ev tola bombebarankirina keştiyan ji aliyê Îranê ve ya duh e. Eger ev yek careke din biqewime, bersiv dê pir tundtir be."

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) duh ragihand ku êrîşên nû li dijî Îranê pêk anîne bi hinceta ku "keştiyên bazirganî kirine hedef." Di daxuyaniyeke cuda de, her wiha hat ragihandin ku di êrîşan de nêzîkî 90 hedefên leşkerî yên Îranê hatine lêdan.