Trump: Me di 3 rojan de li 42 keştiyên Îranê dan

07 adar 2026 15:06

Serokê Amerîkayê Donald Trump hejmara êrîşên li ser Îranê ragihand û diyar kir ku wan di sê rojan de li 42 keştiyên Îranê dane.

Trump: Me di 3 rojan de li 42 keştiyên Îranê dan

RûpelNews - Serokê Amerîkayê Trump di dema axaftina xwe ya li Lûtkeya Mertalê Amerîkayê de behsa êrîşên li Îranê jî kir.

Trump, di demekê de ku êrîşên li ser Îranê bi hevpeymaniya Îsraîlê berdewam dikin, axivî û diyar kir ku "êrîş pir baş bi rê ve diçin" û destnîşan kir ku wan di sê rojan de li 42 keştiyan xistiye.

Trump got ku eger êrîş nehatiba kirin, Îran dê nêzîktirî çekên atomî bibûya û got, "Me xêrek li cîhanê kir." Trump rejîma Îranê wekî "xirab û nexweş" bi nav kir.

“Gelek nêzîkî çekên atomî bûn”

 Trump wiha axivî:

"Me li 42 keştiyên deryayî yên Îranê xist, hinek ji wan keştiyên pir mezin bûn. Me hêza wan a hewayî ji holê rakir, hemû sîstemên wan ên ragihandinê ji holê rabûne. Ez nizanim ew çawa ragihandinê dikin. Ew mirovên xerab in. Dema ku hûn li 7ê Cotmehê û piştî wê dinêrin, dema ku hûn li tiştên ku wan 47 sal in dikin dinêrin, diviyabû ev yek bihata kirin.

Ew gelek nêzîkî çekên atomî bûn. Heger me êrîşa xwe ya B2, êrîşa nîvê şevê, pêk neanîba, wan dê ew bi dest bixista. Heşt meh berê, dê çekên wan ên atomî hebûna û ji ber ku ew dîn in, wan dê bikar bianiya. Ji ber vê yekê me xêr li cîhanê kir. Mirov dipirsin ka êrîş çawa diçin, ji 0 heta 10, ez dibêjim 15. Ev bi rastî tiştek bû ku diviyabû me bikira û em pir baş bi ser dikevin."