Trump: Keştiyên petrolê ji Hurmuzê derbas dibin
Serokê Amerîkayê Trump ragihand ku Tengava Hurmuzê ji bo keştiyên petrol barkirî hat vekirin û gelek keştiyên neft lê hene di tengavê re derbas dibin.
|
Türkçe
RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê çûnûhatina deryayî ya li Tengava Hurmuzê de daxuyaniyeke nû da. Di parvekirineke li ser hesaba xwe ya medyaya civakî de, Trump ragihand ku gelek keştiyên petrol barkirî berê xwe dan Tengava Hurmuzê û di ser tengavê re derbas dibin.
Piştî peymana di navbera Amerîka û Îranê de hat kirin, ev daxuyaniya Trump a li ser Tengava Hurmuzê bala aliyên pêwendîdar ên enerjî û pîşesaziya deryayî ku ji nêz ve vê mijarê dişopînin.
Trump destnîşan kir ku keştiyan li ser rêya ku wî wekî "korîdora başûr" bi nav kir, derbas dibin.
