Trump ji Twitterê re sûr kisand û gefa girtinê xwar!
PeyamaKurd – Piştî ku Twitterê ji bo hinek parvekirinên Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyariya "teyîtkirina rastiyê û pesindayîna tundiyê" danî, Trump li dijî Twitterê şerek da destpêkirin ku biryarnameyek jî derbarê rêzikên medya civakî de îmze kir.
Twitterê li ser peyama Trump a derbarê protestoyên ser kuştina zilamê çermereş Gerorge Floydê ku bi destên polîsan hatibû kuştin, ev hişyarî nivîsand:
"Di vê peyamê de qedexeya pesindayina tundiyê ya Twitterê hatiye binpêkirin, lê Twitterê nirxand ku sûda raya giştî heye û lewma ev peyam ji bo dîtinê vekirî hîşt."
Trump li ser vê parvekirina xwe û çend parvekirinên din ên çend roj berê ku Twitterê hişyariya teyîtkirinê dabû, gelekî hêrs bû û got, ew heta girtina Twitterê jî difikire û dê ji hêla hiqûqê ve li ser vê mijarê raweste.
Trump, Twitterê bi astengkirina derbirina azadiya ramanê tawanbar dike ku heta niha di nav serokên welatan de herî zêde ew Twitterê bikar tîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin