Rojhilat | Ji ber kincên Kurdî gefa girtinê li xwendekarên Kurd hat xwarin

27 gulan 2019 03:23
Rojhilat | Ji ber kincên Kurdî gefa girtinê li xwendekarên Kurd hat xwarin

PeyamaKurd - Berpirsê xwendekarên Besîc yê Zanîngeha Kurdistanê, bêrêzî li kultûr û kincên Kurdî kir û gefa desteserkirina xwendekarên Kurd bi destê îtila’atê xwar.

Li gorî nûçeya Kurdistanmediayê, Berpirsê xwendekarên besîc yê zanîngeha Kurdistanê li bajarê Sine, Seyid Înayet Cûybar bêrêzî bi kincê xwendekarên Kurd ên wê zanîngehê kir.

Navbirî bi piştgirêdana bi hêzên îtila`ata rejîmê (îstixbarata Îranê), gef ji xwendekarên Kurd xwar ku, nabe bi kincên Kurdî bên nav zanîngehê, çimkû ew kinc teybet bi Partiyên Kurdî ne.

Berpirsê besîc ê xwendekarên alîgirên rejîmê, daxwaz ji îtila`at û hêzên tepesekar ên rejîmê kir ku her xwendekarek Kurd bi kincên Kurdî bê nav zanîngehê, desteser bikin.

Herwisa parek ji daxûyaniya wan ku li dijî kultûra Kurdî hatiye belav kirin, neteweyê Kurd wekî qewim bi nav kiriye ku pareke gelek kêm li kultûra Îranê ne û tekez li ser wê yekê kiriye ku dibe hemû çalakiyek li derheqê xizmeta bi zimanê Farsî û neteweya Fars be.

Ew daxûyanî û reftarên dijî Kurd yê wî berpirsê besîc ê xwendekar yê zanîngeha Kurdistanê, rastî nerazîbûna xwendekarên Kurd hat.