Trump ji 60 welatan bacên nû dixwaze
Hat îddiakirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump vê hefteyê amadekariyê dike ku li ser 60 welatan bacên nû yên di navbera ji sedî 10 heta ji sedî 12.5 ferz bike.
RûpelNews - Li gor raporeke di Financial Timesê de hat weşandin, Trump plan dike ku vê hefteyê li şûna tarîfeya ji sedî 10 a cîhanî ya li ser hemû welatan ku wî di meha Sibatê de dabû destpêkirin û dema wê nêzîk e biqede, tarîfeyên nû li ser hin welatan ferz bike.
Hat ragihandin ku wekî beşek ji vê yekê, Trump plan dike ku vê hefteyê tarîfeyên nû yên di navbera ji sedî 10 heta ji sedî 12.5 de li ser nêzîkî 60 welatan ferz bike.
Bacên gerdûnî yên Trump
Di meha Sibatê de Trump biryarnameyek îmze kir ku baceke gerdûnî ya ji sedî 10 li ser hemû welatan ferz dike.
Di daxuyaniyekê de ji Qesra Spî hat destnîşankirin ku bi vê biryarê, Trump desthilata xwe ya di bin Beşa 122'yê ya Qanûna Bazirganiyê ya sala 1974'an de bi kar aniye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku, li gorî vê tedbîrê, dê ji bo heyama 150 rojan baceke îthalatê ya ji sedî 10 li ser kelûpelên ku tên îthalkirin bo Amerîkayê were danîn û ev biryar dê ji 24ê Sibatê ve bikeve meriyetê.
Muhleta baca gumrikê piştî heyama 150 rojan, roja Înê 24ê Tîrmehê bi dawî dibe.
