Trump: Îsraîl, ji van êrîsan re ne amade bû!
PeyamaKurd- Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, di derbarê şerê navbera Îsraîl û Filistînê de axivî û amaje bi wê yekê kir ku Netanyahu û Îsraîl ji bo êrîşên Hamasê ne amade bûn.
Donald Trump, ji Fox Newsê re li ser rewşa dawî ya şer axivî û got ku "Divê em Îsraîlê biparêzin, bijardeya din tuneye."
Trump bal kişand ser wê yekê ku dema ew wekî Serokê Amerîkayê bê hilbijartin, ew ê pêşî li êrîşan bigire û axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:
"Netanyahu, ji ber tiştên ku qewimîn zirareke mezin dît. Ji ber ku ne amade bû. Îsraîl jî ne amade bû. Di serdema Trump de ne hewce ye ku ew amade bin. Kî difikirî ku ku îstîxbarata Îsraîlê dê nikaribe vê ketina hundir tesbît bike. Bi hezaran kes tevlî vê ketinê bûn. Bi hezaran kes pê dizanîn û piştguh kirin. Ev ji bo Netanyahu ne tiştekî baş e."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin