Trump: Îran ti carê ser qezenc nekiriye…

03 rêbendan 2020 22:44
Trump: Îran ti carê ser qezenc nekiriye…

PeyamaKurd- Li ser kuştina Qasim Silêmanî ji Tehrana payîtexta Îranê banga ‘întîqamê’ li her derê têkirin lê bersiva ku serokê Amerîkayê Trump da wan ev e:

“Îran di şer de ti carê qezenc nekiriye lê di muzakereyan de jî wenda nekiriye.”

Trump peyama xwe di ser hesabê xwe yê twitterê de kir. Ev tê vateya ku her dem deriyekî li ber Îranê vekirî heye ku ew jî muzakereye. Trump piştî vê twîta xwe li ser hev hinek twitên din jî belav kir. Di yek ji wan de dibêje:

“Qasim Silêmanî di wexta fireh da an ku nav wext de, bi hezaran Amerîkayiyan kuşt an wan bi xedarî birîndar kir û bo gelek kesên din bikuşta komployan dikir…lê hat girtin. Ew, ji kuştina bi mîlyonan mirovan raste rast an bi awayeka dinê berpirs bû.”

Sefîrê Îranê yê Bexdayê Îrec Mescîdî bo televizyona dewletê ya Îranê axifî û got:

“Muhendîs û parastvanên wî bi 2 erebeyan ji balafirgehê diçûn navenda bajêr. Amerîka bi fuzeyan li wan dan. Di er 2 erebeyan de 10 kes jiyana xwe ji dest dan.”